Tirkiye

Bajarê Wanê di nav hefteyekê da mazûvaniya 10 hezar turîstî kir

Emre Ilıkan  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
Bajarê Wanê di nav hefteyekê da mazûvaniya 10 hezar turîstî kir ( Emre Ilıkan - Anadolu Ajansı )

Van

 Bajarê Wanê yê cîranê Îranê ye di nav hefteyekê da 10 hezar turîstên Îranê ezimand.

Ji ber şewba Kovîd-19ê demeke dirêj deriyên sînor ên di navbera Tirkiye û Îranê da girtî man. Ji ber vê jî çûn û hatina ji Îranê ya ber bi Wanê rawestiyabû lê di 8ê Cotmehê da bi rakirina sînordarkirinan va hatina turîstan a ji alî Îranê qefle bi qefle dest pê kir.

Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Sarayê ye ev demeke dirêj e ku qelebalixiyeke wek vê hefteyê nedît.

Ji deriyê sînor 9 hezar û 910 turîstên Îranê ku testa wan a PCRê ya 72 saetên dawîn negatîf derket ji alî Îranê derbasî alî Wanê bûn. Li deriyê sînor herî zêde di navbera 24-25ê Mijdarê da qelebalixî hebû.

Hemû otêlên li bajêr bi turîstên Îranî va tijî bûn û hatina turîstan bi kêrî esnaf û bajarê Wanê hat.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın