Tirkiye

Bahozên toz û xubarê bandor li Edene, Mêrsîn û Hatayê kir

Mustafa Ünal Uysal, Salim Taş, Eren Bozkurt  | 03.04.2026 - Rojanekırın : 03.04.2026
Bahozên toz û xubarê bandor li Edene, Mêrsîn û Hatayê kir

Adana

Bahozên toz û xubarê bandor li Edene, Mêrsîn û Hatayê kir.

Bahoza tozê ya ku bandorê li Edeneyê dike, asta dîtinê û kalîteya hewayê daxist.

Li bajêr toz û xubarê li ser wesayîtan danî.

Bahozên tozê bandor li navenda bajarê Mersînê û navçeyên Bozyazi, Silîfke û Tersusê jî kir.

Li bajêr wesayît di bin toz û xubarê da man û asta dîtinê û kalîteya hewayê kêm bû.

Li Hatayê bahoza tozê ya ku bandor li navenda bajêr û hin navçeyan kir, li ezman dîmenên xumamî çêbûn.

Li gorî agahiyên ji rayedarên meteorolojiyê hatine wergirtin, tê payîn ku bahoza tozê ya li bajêr heta sibê êvarê berdewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın