Ava şêliman a Edeneyê ku ji YEyê tescîl sitand kêfa hilberîneran anî
Adana
YAKUP SAGLAM - Edeneya ku li Tirkiyeyê yek ji navendên giring ên gastronomiyê ye, ava wê ya şêliman ji Yekîtiya Ewropayê (YE) pesendî sitand û vê yekê kêfa hilberîneran anî.
Ava şêliman ku sala 2020an ji Saziya Patent û Markeyê ya Tirkî pesendkirina nîşaneya cografî sitand bi xebatên bi pêşengiya Odeya Bazirganiyê ya Edeneyê ji YEyê jî pesend sitand.
Hilberînerên ava şêliman vexwarina ku ji gizêrên reş, şêlim û bi hevîrtişkê arê savar amade dikin, digel pesendkirina YEyê hêvî dikin ku bazara ava şêliman mezintir bikin.
- Ewê îxracata ava şêliman zêde bibe
Serokê Komeleya Hilberînerên Şêliman Selahiddin Nas ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku tescîlbûna ava şêliman ew gelekî kêfxweş kirine.
Nas diyar kir ku ew ji bo danasînê gelekî xebetîne û îro jî berhema wê sitandine.
Nas destnîşan kir ku ev tescîl dê ava şêliman hê bi navûdengtir bike û got, "Ava şêliman a li bajêr tê hilberandin ji bo 55 welatan tê şandin. Êdî ji Yekîtiya Ewropayê jî pesend sitand wê îxracata wê jî zêde bibe.
- "Emê ava şêliman bi cîhanê bidin nasîn"
Hilberîner Îlhan Kurnaz jî destnîşan kir ku ava şêliman li YEyê tescîl bû, ev yekê ji bo danasîna bajêr pir sûdmend be û her wiha hilberîna wê zêde bibe û wiha domand:
"Ava şêliman pir tê vexwarin. Di salên dawî da vexwarina wê hê bêtir zêde bûye. Ji ber ku siruştî ye, mirov bi tevahî berê xwe didine ava şêliman. Tescîlbûna ava şêliman li Ewropayê ji bo me pir baş e. Ez bawer im ku ewê ji niha û pê va pir fêdeya wê ji karsaziya me ra çêbe. Em ê ava şêliman bi cîhanê bidin nasîn; tiştekî ji vê çêtir tuneye. Ez wisa texmîn dikim ku piştî wergirtina tescîlê firotina me dê pir zêde bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
