Ava Gola Wanê vekişî û mîkrobîyalît derketin holê

Van
Li Gola Wanê bi vekişîna avê ra mîkrobiyalîtên di nav hezaran salî da çêdibin yên nêzî peravê derketin holê.
Dr. Mustafa Akkuşê Hîndekarê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Gola Wanê ya ava wê bi soda ye li rûyê dinyayê xwedî ekosîstemeke gelekî ecêb e û tê da mîkrobîyalîtên di golên ava wan bi soda ye da tên dîtin hene.
Akkuş destnîşan kir ku ew mîkrobîyalît di nav golê da li deverên av ji bin erdê tevlî golê dibe da di nav sedan salî da çêdibin û wiha domand: "Ew berhemên mezin in. Li deverên cihê yên dinyê mezinahiya wan bi qasî 10 metreyî hene lê yên di Gola Wanê da bi qasî 40 metreyî hene. Dema meriv xwe berî binî golê bide mercanên qirase yên wekî daran dibîne. Bi vekişîna avê dîsa ew derketin meydanê û ji bo kesên dixwazin bibînin ev fersendeke mezin e."
Ji Gola Wanê awayekî berwarî qasî 200 mêtreyî av vekişiyaye û kesên dixwazin mîkrobiyalîtan bibînin jî tên Taxa Înkoya ser navçeya Gewaşê û vê yekê bi çavên xwe dibînin û dibin şahidê vê rewşê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.