Tirkiye

Astengdarên bi piştevaniya ÎŞKURê dest bi heywandariyê kirin perê xwe qezenc dikin

Emre Ilıkan  | 28.09.2021 - Rojanekırın : 28.09.2021
Astengdarên bi piştevaniya ÎŞKURê dest bi heywandariyê kirin perê xwe qezenc dikin

Van

 Li Wanê Metîn Kanberê 47 salî û Hatun Şahîn a 21 salî ji piştevaniya hîbeya ku Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) dida astengdaran îstifade kirin û bi pereyê hîbeyê heywan kirîn û bûn xwedî dahatê.

Bi projeya "Piştgiriya Hîbeya Astengdar" va tê xwestin ku bila welatiyên di nav civakê da ji hêla beden, mêjî û hêstyariyê va ji hin merîfetên xwe bê par mane di qada aboriyê da bibin xwedî dahatê.

Piştevaniya hîbeyê didin welatiyên ku astengdariya wan herî kêm ji sedî 40 e kesên ji vê îstifade dikin jî him dibin xwedî karê xwe û him jî di qada aboriyê da bi kêr tên û çavê wan li destê kesî nîne.

Metîn Kanberê ku li Taxa Aşagikaymaz a ser Gurpinara navçeya Wanê rûdinê û ji ber epîlepsiyê sedî 82 astengdare û Hatun Şahîn a ji ber ortopedîkê ji sedî 68 astengdare û li Taxa Bagriyanikê rûdinê ji bo ji hîbeyê îstifade bikin serî li ÎŞKURê dabûn.

Projeyên Kanber û Şahîn hatin qebûlkirin û wan jî dest bi heywandariyê kir.

- "Ez bê kar bûm û li tu derekê nedixebitîm"

Kanberê bavê 2 zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi 45 hezar lire hîbeya ÎŞKUrê da wî va 4 çêlek kirî û niha dest bi heywandariyê kir.

Kanber destnîşan kir ku ew ji ber astengdariya xwe di demên berê da nikaribû li cihekî bixebite û wiha domand: "Zarokên min diçûn mektebê û ji ber tunebûnê em di tengasiyê da bûn. Min serî li projeya ÎŞKURê da û bi heywanên kirî va niha debara xwe dikim. Şîrê wan difiroşim. Bi heywandariyê debara mala xwe dikim."

- "Em şîrê didoşin dikin penêr û difiroşin"

Astengdara ortopedîk Hatun Şahînê jî diyar kir, bi pesendkirina projeya ku wan amade kir va ew bûn xwedî heywan.

Şahînê diyar kir, bi piştgiriya hat dayîn va wê 30 pez sitand û wiha dewam kir, "Di amadekirina projeyê da mixtarê me bû alîkar. Projeya min hat qebûlkirin. Min 30 mih sitandin. Bavê min li heywanan dinihêre. Em pezê xwe tev birê dikin û dişînin çêre. Diya min mihan didoşe. Ez dibim alîkar. Em şîrê didoşin dikin penêr û difiroşin. Pereyê ku jê tê jî em dikin debara malê. Xwedê ji dewleta me razî be."

Midûrê ÎŞKURê yê Parêzgehê Hidayet Kişi jî wiha got, "Ji sala 2020an vir va 116 projeyên me hatin pesendkirin. 95 girtiyên berê, 21 welatiyên me yên astengdar ji vê derfetê sûd wergirtin. Heta niha me bi qasî 10 milyon lireyî alîkariya hîbeyê da. Em ji bo girtiyên berê heta 44 hezar lireyî, ji bo astengdaran jî heta 65 hezar lireyî alîkariya hîbeyê didin. Ev sepana me didome."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.