Tirkiye

ASELSANê peyka LUNA-1 IoTê şand fezayê

Firdevs Bulut Kartal  | 01.12.2025 - Rojanekırın : 01.12.2025
ASELSANê peyka LUNA-1 IoTê şand fezayê

Ankara

Peyka IoT ya rêgeha nizm LUNA-1 (înterneta tiştan) ya ASELSANê, bi roketa SpaceXê Falcon-9ê ber bi fezayê va hat şandin.

Li gorî daxuyaniya ASELSANê, xebatên avakirina binesaziya ragihandinê ya gerdûnî ya ku bi peykên rêgeha nizm va tên kirin, li dinyayê bilez dewam dikin.

Hat daxuyandin bi armanca ew jî bibe aktorekî sereke yê heyama Fezaya Nû (New Space), ASELSANê jî gaveke girîng avêt.

Peyka yekem a koma çareseriyê ya IoT ya fezayê ya şîrketê LUNA-1, di çarçoveya wezîfeya Transporter-15ê da li Kalîforniyaya bajarê Amerîkayê, bi roketeke SpaceXê Falcon-9ê va bi serkeftî hate şandin.

Hemû pêvajoyên sêwirandin, pêşvebirin, hilberîn, entegrasyon û ceribandinê yên LUNA-1ê yên ku di nav da barkêşiya wezîfeyê, sepanên kontrola erdê û komputera firînê jî heye, ji hêla endezyariya ASELSANê va hatin temamkirin.

LUNA-1 bi qasî saetekê piştî şandinê, ji roketa ku wê hildigire veqetiya û di rêgeha senkron a cemserî (SSO) ya 510 kîlomêtroyî da bi cî bû.

Daneyên telemetrî yên ewil yên ku ji peykê hatin hildan li îstgeha erdê ya li Enqereyê bi serkeftî hatin deşîfrekirin û hat piştrastkirin ku peyk bi awayekî baş dixebite.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın