Tirkiye

Aşîkirina xebatkarên tenduristiyê ya bi aşiya CoronaVacê dest pê kir

Önder Beyter  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 15.01.2021
Aşîkirina xebatkarên tenduristiyê ya bi aşiya CoronaVacê dest pê kir

Ankara

 Piştî analîzên ku ji hêla Saziya Derman û Cihazên Tibî ya Tirkiyeyê hatin kirin, ji bo aşiya CoronaVacê "Erêkirina Emilandina Bilez" hat dayîn. Piştî pesendkirinê, aşîkirina xebatkarên tenduristiyê dest pê kir.

Ji bo ku xebatkarên tenduristiyê aşiya CoronaVacê ku ji Çînê anîn Tirkiyeyê bikin, beşa "randevuya aşiyê" li Pergala Randevuyê ya Hekimê Navendî (MHRS) hat zêdekirin.

Xebatkarên tenduristiyê dê ji MHRSyê yan ji hekimê malbatê yan jî ji nexweşxaneyan randevuyê bistînin an jî dê li ciyê ku lê dixebite, aşiya Kovîd-19ê bikin.

Bi saya goşekoda li ser aşiyê, ji xeynî mirovê ku aşî jê ra hatiye terxankirin, dê kesekî din nikaribe aşiyê biemilîne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.