Tirkiye

Arslan: "Çi heqê wan hebû ku ewladên me ji me standin, min pir bîra keça xwe kiriye"

Mehmet Sıddık Kaya  | 04.07.2022 - Rojanekırın : 06.07.2022
Arslan: "Çi heqê wan hebû ku ewladên me ji me standin, min pir bîra keça xwe kiriye"

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin ku bigihêjin ewladên xwe.

Dayikên Diyarbekirê ji bo revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê wekî berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1036emîn.

Ji dayikan Aydan Arslanê diyar kir ku ew heta negihêje keça xwe, wê çalakiyê bidomîne.

Arslanê got, "Çi heqê wan hebû ku ewladên me ji me standin? Min pir bîra keça xwe kiriye. Aysuna min, ez naxwazim ku vê eydê jî bêyî te derbas bikim" û bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Abdulkadîr Eslek jî ji Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê hat û seba Îsayê kurê xwe yê ku revandine serê çiyê, beşdarî çalakiyê bû. Eslek jî diyar kir ku 6 sal e haya wî ji kurê wî tuneye.

Eslek daxuyand ku ew dixwaze kurê wî teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha dewam kir, "Înşeallah hemû zarokên me wê vegerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın