Tirkiye

Amadekariyên li Îznikê yên beriya serdana Papa qediyan

Fatih Çapkın  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 26.11.2025
Amadekariyên li Îznikê yên beriya serdana Papa qediyan Sergen Sezgin

Bursa

 Ji bo Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn, amadekariyên li Îznika navçeya Bursayê yên beriya serdana 28ê Mijdarê roja înê, qediyan.

Dê li Îznikê ji bo bîranîna 1700emîn salvegera qebûla Konsîla Yekem a ku di sala 325an da bi banga Împerator Konstantînê 1emîn û bi beşdariya hemî pîskoposên Xiristiyaniyê yên girêdayî dêrê, hate lidarxistin û mijarên girîng ên dînî tê da hatibûn nîqaşkirin, bername tê lidarxistin.

Dê Papa Leo 14emîn li devera bermayika bazilîkaya di bin avê da mayî ku sala 2014an bi vekişîna avê li Îznikê derketibû holê û hatibû tesbîtkirin ku li ser navê Ezîz Neophytos hatiye avakirin, beşdarî bernameyê bibe.

Tê payîn ku Papa bi helîkopterê dakeve Statdyuma Îznikê û ji wê derê va rêyeke bi qasî 2,3 kîlometroyan ber bi bazilîkayê va biçe.

Şaredarê Îznikê Kagan Mehmet Usta ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku amadekariyên bernameya ku ji bo serdana Papa tê lidarxistin, qediyane.

Usta diyar kir ku wan di salên berê da dest bi amadekariyên vê merasimê kiribûn û got, "Em kêfxweş in ku piştî sê salan pêvajoyeke wiha bi dawî bûye. Hêzên me yên ewlehiyê jî dest bi xebata xwe ya li ser ewlehiya derdorê kirine. Em dikarin bêjin ku Îznik û xelkê wê ji bo roja Înê amade ne."

Usta bal kişand ser amadekariyên beriya serdanê û got:

"Di bin çavdêriya Serokomarê me da, ew mekanê ku dê serdana Papa lê çêbibe, di nav 25 rojan da bi lez û bez hate çêkirin. Em jî ji bo ku mirov ji bo vê yekê amade bin û ji wan ra bêjin ku ev bi rastî tevgereke geştiyariyê ya navneteweyî ye û ji bo Îznikê nirxek mezin e, xebitîn. Bi rastî, ev aliyê herî dijwar ê vê pêvajoyê bû. Nîqaş li ser cîhên mayînê yên bi kalîte bilindtir berdewam in. Ciyê daketina helîkopterê û guzergeha wê û her weha cihên ji bo dueyan, hemî bi tevahî amade ne."

- "Îznik dê bibe cihekî ku hemû cîhan wê nas bike û meraqa wê bike"

Usta bal kişand ser wê yekê ku Îznik cihekî wisa ye ku mazûvaniya 4 şaristaniyan dike û got, "Bi rastî jî navê wê li cîhanê belav bûye. Niha dê bi serdana roja înê ya Papa dê bibe cihekî ku hemû cîhan wê nas bike û meraqa wê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın