Tirkiye

Alîgirên YPG/PKKyê li Sûriyeyê wesayîtên artêşa Amerîkayê dan ber keviran

Mohamad Misto, Ömer Koparan  | 18.05.2021 - Rojanekırın : 18.05.2021
Alîgirên YPG/PKKyê li Sûriyeyê wesayîtên artêşa Amerîkayê dan ber keviran

Azez

Alîgirên rêxistina terorê YPG/PKKyê bi îdiaya li hemberî operasyonên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê yên li dijî hedefên terorê dengê xwe nake, li navçeya Malikiyeyê ya Sûriyeyê wesayîtên artêşa Amerîkayê dan ber keviran.

Alîgirên YPG/PKKyê yên li bakurê Sûriyeyê ji bo protestokirina operasyonên ku Tirkiye li bakurê Iraqê li dijî rêxistina terorê didomîne û her wiha ji bo piştgiriya serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan, meş li dar xist.

Malpereke PKKyê ya ku ji Almanyayê weşana propagandayê dike, vîdeoya qewimînên di dema derbasbûna konvoya artêşa Amerîkayê da weşand. Di vîdeoyê da dixuyê ku alîgirên rêxistinê wesayîtên bizirx ên artêşa Amerîkayê didin ber keviran.

Malpera rêxistina terorê îdia kir ku sedema bertekê, bêdengiya Amerîkayê ya li hemberî operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê ye.

- Heyeta Amerîkayê li herêmê bû

Hatibû ragihandin, Wekîlê Misteşarê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Joey Hood û heyeta pê ra duh bakurê Sûriyeyê yê di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ziyaret kiribû.

Di daxuyaniyê da hatibû diyarkirin, Alîkara Misteşarê Wezareta Karên Derva û Wekîlê Nûnerê Taybet yê ji bo Sûriyeyê Aimee Cutrona, Alîkarê Nûnerê Sûriyeyê David Brownstein, Dîrektora Iraq û Sûriyeyê ya Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Zehra Bell hevaltiya Hood kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.