Andaç Hongur
26 Nîsan 2021•Rojanekirin: 27 Nîsan 2021
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun got: "Yên xwestin ji terorê bigire heta mueyîdeyan her cure gefxwarinan va Tirkiyeyê bixin rêya ku ew dixwazin bi ser neketin, bi îzna Xwedê wê bi ser nekevin jî. Bûyerên 6-8ê Cotmehê yên li ser fermana PKKya rêxistina terorê û banga şaxên wê yên siyasî li hemberî gelê sivîl bû sedema qetlîamên xwînî jî hewldaneke wiha ye. Failên van kuştinan yên xizmeta berjewendiyên rêxistinên terorê yên wek PKK û DEAŞê dikin îro derdikevin li pêşberî hakim. Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye. Hemd ji Xwedê ra baweriya me bi edaletê heye."
Fahrettîn Altun çû "Pêşangeha Dîplomatên Şehîd" ya li Gara Sîrkeciyê ji hêla Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ji bo bîranîna dîplomatên Tirk ên ji hêla rêxistinên terorê yên Ermenî va hatine şehîdkirin, hatiye lidarxistin.
Altun li vir got "Pêşangeha Dîplomatên Şehîd" di 24ê Nîsanê da Los Angelesê û Gara Sîrkeciyê di heman demê da hatiye vekirin.
- "Em dîplomatên şehîd bûne bi rehmetê bi bîr tînin"
Altun behsa dîplomatên Tirk ên ji hêla rêxistinên terorê yên Ermeniyan va hatine kuştin kir û wiha pê da çû: "Serkonsolos Mehmet Baydar û Konsolos Bahadir Demir kesên ewil in ku di êrîşên rêxistinên terorê yên Ermeniyan da şehîd bûn û Los Angeles cihê wezîfeya wan bû. Piştî vê êrîşa 1973an hema bibêje li hemû welatên Rojava êrîş hatin kirin û 31 dîplomatên me, malbatên wan û xebatkarên konsolosxaneyan tevahî 58 welatên me şehîd bûn. Em dîplomatên şehîd bûne, malbatên wan û xebatkarên konsolxaneyan bi rehmet û minetê bi bîr tînin, emê wan ji bîr nekin."
- "Em daxuyaniya Bîden qebûl nakin"
Der barê daxuyaniya Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ya ku bûyerên 1915an wek 'komkujî' bi nav dike da jî Altun wiha axivî: "Em daxuyaniya Bîden ya ku bûyerên 1915an wek 'komkujî' bi nav dike bextreşî, bêhedî û tune dihesibînin û em wê qebûl nakin. Îdiayên qaşo 'komkujiyê' û gotinên populîst ên ji rastiya dîrokê bê par in li hemberî çanda me ya jiyanê ya hevpar a ku me li ser vê axê bi hev ra ava kiriye êrîşek e. Lê ev êrîş wê zirarê nede biratiya me, berevajî vê ew ê têkiliya me hê xurttir bike."
- "Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye"
"Yên xwestin ji terorê bigire heta mueyîdeyan her cure gefxwarinan va Tirkiyeyê bixin rêya ku ew dixwazin bi ser neketin, bi îzna Xwedê wê bi ser nekevin jî. Bûyerên 6-8ê Cotmehê yên li ser fermana PKKya rêxistina terorê û banga şaxên wê yên siyasî li hemberî gelê sivîl bû sedema qetlîamên xwînî jî hewldaneke wiha ye. Failên van kuştinan yên xizmeta berjewendiyên rêxistinên terorê yên wek PKK û DEAŞê dikin îro derdikevin li pêşberî hakim. Ji bo kujeran dema hesabdayînê ye. Hemd ji Xwedê ra baweriya me bi edaletê heye. Li hemberî hemû hêzên dixwazin welatê me perçe bikin û ji hundir va xençer bikin dewleta me û gelê me her tim li ser piyan e. Li hemberî hêzên kurewî, rêxistinên terorê û hişmendiya derbeyê kêliyek be jî em ê dev ji têkoşînê bernedin. Bi vê vesîleyê em Yasîn Boru û hemû welatî û şehîdên me yên di êrîşên rêxistinên terorê da mirine bi rehmetê bi bîr tînin."