Tirkiye

Altun heqareta li Serokomar Erdogan ya rojnameva Yewnan şermezar kir

Haydar Şahin  | 19.09.2020 - Rojanekırın : 19.09.2020
Altun heqareta li Serokomar Erdogan ya rojnameva Yewnan şermezar kir

Ankara

Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê diyar kir ku li Yewnanistanê di rojnameyekê da heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin vê şermezar dikin û bangî hikûmeta Yewnanistanê kir ku bira ji berpirsyarên vê bêedebiyê hesab bipirse.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Altun ji Stelîos Petsasê hevtayê xwe yê Yewna ra name şand heqareta li Yewnanistanê di rojnameyekê da li Serokomar Erdogan hat kirin şermezar kir.

Fahrettîn Altun di nameya xwe da wiha got: "Li ser navê Hikûmeta Komara Tirkiyeyê, di rojnameyeke rastgir a tundrew da weşandina heqareta li Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan şermezar dikim."

Altun got ku ji ber daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Yewnanistanê duh weşand Tirkiye memnûn bû û di nameyê da wiha pê da çû: "Wekî mayîn ez dixwazim ku bêjim li gor Qanûna Ceza ya Yewnanistanê ceza didin heqaretê wiha, ez bangî hikûmeta Yewnanistanê dikim ku bira hesab ji berpirsyarên vê bêedebiyê bibirse."

Altunê Serokê Ragihandinê wiha got: "Heqareta li serokekî biyanî dibe ku nîşana bêçaretî û bêmantiqiyê be. Ev ne dikeve nav azadiya çapemeniyê ne jî ya azadiya îfadeyê."

Altun got, "Bi wesîleyê bangî hikûmeta Yewnanistanê dikim ku bira ji bo pêşîlêbirîna tirsandina xeternak a rojnamevanên Tirk ên li Yewnanistanê yên di nav wan da xebatkarên TRT û Ajansa Andoluyê jî hene gavên lazim dike biavêje."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın