Almanyayê firotina balafira şer Eurofighter Typhoon a bo Tirkiyeyê pesend kir

Berlin
Hat ragihandin ku Almanyayê firotina balafira şer Eurofighter Typhoon a bo Tirkiyeyê pesend kir.
Stefan Korneliusê Berdevkê Hikûmetê di daxuyaniya xwe ya li Berlînê da diyar kir ku Wezareta Parastina Almanyayê bi nameyê va ya ji Tirkiyeyê ra şand, pesendkirina xwe îfade kir û her wiha hikûmeta Alman ev piştevaniya îxracatê bi kordînasyona hevkarên xwe va pêk anî.
Kornelius wiha got, "Ez dikarim wê yekê piştrast bikim ku hikûmeta Alman, pêşdaxwazeke pîşesaziyê erênî bersivand. Wezareta Parastinê jî ev yek ji hikûmeta Tirk ra ragihand."
Korneliusê Berdevk ji xeynî vê yekê ew yek jî piştrast kir ku Serokwezîr Friedrich Merz der heqê mijarê da bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîçotakîs ra jî axivî lê der heqê dem û naveroka peywendiyê da agahî neda.
Balafira şer Eurofighter Typhoon a pir armancî û nifşa 4.5an ya ku ji hêla Ewropayê bi awayekî hevbeş hatiye dahênandin, ji hêla konsorsiyûma ku Îngiltere, Almanya, Îtalya û Îspanyayê vedihewîne, tê hilberîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.