Alîkarê Serokomar Oktay: "Em ê destûrê nedin senaryoyên tarî yên ji bo Tirkiyeyê tên amadekirin"

Istanbul
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay daxuyand ji bo ku ew Tirkiyeyê bigîhînin dahatûyeke xurt têkoşînê didin û ew ê destûrê nedin senaryoyên tarî yên ji bo Tirkiyeyê tên amadekirin.
Oktay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Bi serokatiya Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku em Tirkiyeyê bigîhînin dahatûyeke bêtir xurt em têkoşînê didin. Em ê destûrê nedin senaryoyên tarî yên ji bo Tirkiyeyê tên amadekirin."