Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz: "(Tirkiyeya Bêteror) Em li benda xebata komîsyonê ne"
Istanbul
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz der heqê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha got, "Têkoşîna dijî terorê li Tirkiyeyê êdî bûye polîtîkayeke dewletê. Di Meclisê da li ser vê mijarê komîsyonek hat sazkirin. Bendewariya me ew e ku di encama van xebatan da gelo di mijara xwefesixkirin û çekdanînê ya rêxistina terorê da pêdivî bi verastkirinekê heye yan na û her wiha divê verastkirineke çawa bê kirin. Em li bendê ne ku komîsyon di van mijaran da çarçoveyekê destnîşan bike. Meclisa me dê li ser vê babetê verastkirinekê bike."
Yilmaz di weşana zindî ya CNN Turkê da rojev nirxand.
Yilmaz pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" nirxand û wiha got:
"Li vir armanc bi awayekî mayînde xilasbûna ji terorê ye. Di qonaxa ewil da Tirkiye û bi awayekî berfirehtir jî hemû herêm ji terorê xilas bibe. Teror dijminê pêşketinê ye jî û yê demokrasiyê ye jî. Li cihê ku teror lê hebe, hûn nikarin potansiyela aborî derxînin meydanê. Di mijarên maf û azadiyên bingehîn da jî mirov nikare rêya pêwîst bimeşe. Di serdema pêş me da rojhilat û başûrê rojhilat dê potansiyela xwe bileztir biherikîne. Di ser nîveka Tirkiyeyê da dê mezin bibe. Hemû Tirkiye dê mezin bibe. Lewra potansiyelek heye ku bi salan e nehatiye emilandin."
Yilmaz bal kişand ku di mijara "Tirkiyeya Bêteror" da saziya îstixbaratê ya Komara Tirkiyeyê û her wiha Hêzên Çekdar û saziyên wê yên din geşedanan roj bi roj dişopînin û wiha dewam kir, "Têkoşîna dijî terorê li Tirkiyeyê êdî bûye polîtîkayeke dewletê. Di Meclisê da li ser vê mijarê komîsyonek hat sazkirin. Bendewariya me ew e ku di encama van xebatan da gelo di mijara xwefesixkirin û çekdanînê ya rêxistina terorê da pêdivî bi verastkirinekê heye yan na û her wiha divê verastkirineke çawa bê kirin. Em li bendê ne ku komîsyon di van mijaran da çarçoveyekê destnîşan bike. Meclisa me dê li ser vê babetê verastkirinekê bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
