Tirkiye

Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî: "Ji Amerîkayê heyeta teknîkî hat"

Sarp Özer  | 24.06.2021 - Rojanekırın : 24.06.2021
Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî: "Ji Amerîkayê heyeta teknîkî hat"

Ankara

Hulusi Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî li ser domandina berpirsyariya kargeriya Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî ya li Efxanistanê wiha got, "Heyeta teknikî ya Amerîkayê îro hat Wezareta me. Hevdîtinên me dest pê kirin, hê didomin. Hê biryarek nehatiye dayîn. Ji xeynî personelên heyî personelên me neçûne herêmê."

Merasima radestkirina 1000 heb HGK-82 muhimata zîrek ku di çarçoveya protokola Wezareta Parastina Neteweyî û ASFATê da bi berpirsyariya sereke ya ASFATê û bi piştgiriya teknîkî ya TUBÎTAK SAGEê va hatin çêkirin, bi beşdariya Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Mustafa Varankê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarên Hêzan va li Midûriyeta Fabrîqeya Temîrê ya Asîmanî ya 3yem hat kirin.

Akar di merasimê da axivî û qala geşedanên li Efxanistanê jî kir.

Akar li ser domandina berpirsyariya kargeriya Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzaî ya li Efxanistanê wiha got, "Heyeta teknikî ya Amerîkayê îro hat Wezareta me. Hevdîtinên me dest pê kirin, hê didomin. Hê biryarek nehatiye dayîn. Ji xeynî personelên heyî personelên me neçûne herêmê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.