Tirkiye

Akar bi Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra axivî

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Patrick Shanahanê Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra li ser têlefonê axivî

Haydar Şahin  | 13.06.2019 - Rojanekırın : 14.06.2019
Akar bi Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra axivî

Ankara

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Patrick Shanahanê Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra li ser têlefonê axivî û di axaftinê da aciziya xwe ya ji ber nêrîn û helwesta li mitefîqiyê nayê ya nameya hat şandin anî ziman.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat diyarkirin ku Akar bi Patrick Shanahanê Wekîlê Wezîrê Parastina Amerîkayê ra li ser têlefonê axivî. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Wezîr Akar di axaftinê da aciziya xwe ya ji ber nêrîn û helwesta li mitefîqiyê nayê ya nameya mixatabê wî yê Amerîkayî şandibû anî ziman, li ser mijara F-35an û hevkariya parastin û ewlekariyê ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da axivîn fikr û ramanên xwe parve kirin. Di axaftinê da herdu wezîran li hev kirin ku ji bo domandina diyalogê di Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê da bên cem hev."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.