Tirkiye

AJetê ragihand dê ji bo 3 bajarên din ên Iraqê jî geştan bide destpêkirin

Gökhan Yılmaz  | 27.10.2025 - Rojanekırın : 27.10.2025
AJetê ragihand dê ji bo 3 bajarên din ên Iraqê jî geştan bide destpêkirin

Istanbul

 AJetê daxuyand ku ew ê di 3yê Mijdarê da seferên Enqere-Bexda, di 2yê Berfanbarê da seferên Stenbol-Silêmanî û di 5ê Berfanbarê da jî seferên Stenbol-Besrayê bide destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya şîrketê, AJetê geşta xwe ya ewil a ji bo bajarê Hewlêrê yê Iraqê di 27ê Cotmehê da pêk anî û geştên ji bo Hewlêrê pêncşem û yekşem ango di hefteyê da 2 rojan bên kirin.

Şîrketê her wiha biryar sitand ku ji bo 3 bajarên giring ên din ên vî welatî jî ji Enqere û Stenbolê geştên dîrekt bide destpêkirin.

Li gorî vê, şîrket dê di 3yê Mijdarê da seferên Enqere-Bexda ku dê di hefteyê da 3 roj bin, di 2yê Berfanbarê da seferên Stenbol-Silêmanî ku dê di hefteyê da 4 roj bin û di 5ê Berfanbarê da jî seferên Stenbol-Besrayê ku dê di hefteyê da 3 roj bin, bide destpêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın