Ajelên ku ji bo qurbanê li çêre û zozanên Bîngolê tên bixwedîkirin ber bi rojava va tên şandin

Bingöl
RIDVAN KORKULUTAŞ - Pez û dewarên ku ji bo qurbanê li çêre û zozanên Bîngolê tên bixwedîkirin ber bi rojava va tên şandin.
136 hezar û 380 pez û 12 hezar û 22 dewarên ku ji par va li çêre û zozanên berhemdar ên Bîngolê goşt digirin, ber bi çar aliyên Tirkiyeyê va hatin şandin.
Beriya Cejna Qurbanê di sewqiyata pez û dewaran da tevgereke mezin destpê kiriye.
Beriya sewqiyata ku bi giranî ber bi parêzgehên weke Stenbol, Kocaelî û Bursa û herêmên weke Trakyayê tê kirin, pez û dewar ji beriya mehekê va dikevin karantînayê.
Wezareta Çandinî û Daristana nimûneyên xwîna qurbaniyan yek bi yek digirin û laboratuwaran test dikin, encamên wan li platformên li hewşa Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê tên analîzkirin.
Piştî guncavdîtina encaman destûra sewqa qurbaniyan tê dayin.
- Piştî kontrola tendirustiyê ajel ji bo firotinê amade dibin
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Burhan Bahadir ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku pez û dewarên ku ajeldar di pêvajoyeke dirêj da kedeke mezin didine wan, piştî kontrola tendirustiyê ji bo firotinê amade dibin.
Bahadir destnîşan kir ku welatî dikarin ji sepanên weke e-Devletê û "Tarim Cebimde" (Çandinî di Berîka Min da) ya Wezareta Çandinî û Daristanan her cûre agahîyên li ser ajelên qurbanê yên ku ew ê bikirin bistînin.
- "Hêviya me ew e ku pez û dewarên qurbanê yên her kesî bên firotin"
Zeki Bilen li gundê Gozeler ê ser bi navendê ajaldariyê dike, diyar kir ku ew nêzîkî 16 salan e ku ajelên qurbanê xwedî dike.
Bilen got, "Me got Bîsmillah û me dest bi kar kir. Înşelle heke nesîb be, emê ber bi Stenbolê bi rêkevin. Emê ajelan bibin Trakyayê, hêla Ewropayê ya Stenbolê. Ez bi 2 TIRan 50 serî dewarî dibim. Hêviya me ew e ku pez û dewarên qurbanê yên her kesî bên firotin. Hêvidar im hemî alî jê qezanc bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.