Agirê ku di 10 rojên dawîn da bi 761 deveran ket, bi temamî hat temirandin

Ankara
Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ragihand, agirê ku di 10 rojên dawîn da bi 761 deveran ket, bi temamî hat temirandin.
Li ser hesabê medyaya civakî yê Serokatiya Ragihandinê daxuyanî hat dayîn û hat gotin, îsal heta niha agir bi 135 daristan 1830 deverên din ket.
Li gor daxuyaniyê 27 balafir, 105 firoke, 6 hezar wesayîtên bejayê û 25 hezar personelan midaxaleyî van şewatan kir û wiha hat gotin:
"Wesayîtên esmanî ji serê havînê pê va 19 hezar û 135 sortî kirin û 62 hezar û 881 ton av reşandin. Ji serê salê vir va ji sedî 25ê şewatan tenê di 10 rojên dawîn da derketin. Di nava 10 rojên dawîn da li Îzmir, Sakarya, Hatay, Bîlecîk, Manîsa, Stenbol û Bursayê şewatên mezin derketin. Bi tevahî 20 şewatên mezin hatin temirandin. Agirê ku di 10 rojên dawîn da bi 761 deveran ket, bi temamî hat temirandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.