02 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Şaredarê navçeya Kocakoyê yê DBPyî Affullah Karê ku di çarçoveya lêpirsîna dijî PKKya rêxistina terorê da hatibû binçavkirin, ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hat girtin
Li gorî agahiyan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê diajo da, 4 kesên ku di nav wan da Şaredar Kar jî hebû piştî karûbarê wanê li ewlekariyê derketin dadgehê.
Gumanbar piştî temambûna jêpirsîna wanî dozgeriyê ji Hakimtiya Silh û Sizayê ya Nobedar ra hatin sewqkirin.
Ji gumanbaran Kar û Mehmet Zekî Kiliç ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatin girtin û 2 gumanbarê din bi merca kontrola edlî serbest hatin berdan.