Tirkiye

Adiyeman jî dixwaze ji turîzma baweriyê para xwe hilde

Armanc ew ku Adiyeman bi qebra sehabe Sefwan Bîn Muettal va bibe yek ji navendên girîng ên turîzma baweriyê

İbrahim Atmaca  | 12.09.2019 - Rojanekırın : 13.09.2019
Adiyeman jî dixwaze ji turîzma baweriyê para xwe hilde

Adıyaman

Armanc ew ku Adiyeman bi qebra sehabe Sefwan Bîn Muettal va bibe yek ji navendên girîng ên turîzma baweriyê.

Qebra sehabe Sefwan Bîn Muettal 10 kîlomêtre dûrî navçeya Samsatê ye û li ber qebrê kuliye û mizgeft tê çêkirin.

Piştî çêkirina mizgeft û kuliyeyê, tê payîn ku gelek turîstên xwecî û biyanî herêmê ziyaret bikin.

Miftiyê Navçeyê Mehmet Taşçi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku navçeya Samsatê ji bo turîzma baweriyê girîng e. Taşçi destnîşan kir ku li Tirkiyeyê qebra du sehabiyan teqez tê zanîn û yek jê jî qebra Sefwan Bîn Muettal e û li navçeya Samsatê ye, sehabe wê demê Medîneyê terk dike û li Adiyeman û bajarên herêmê bi dijberên Îslamê ra cîhad kiriye.

Taşçi diyar kir, piştî ku Sefwan Bîn Muettal bûye misilman, ew û qebîleya xwe bi Hezretî Mihemed ra ketiye Şerê Xendekê û bûye qehreman, 40 sal emrê wî li ser vê axê derbas bûye.

Miftî Taşçier got ku Adiyeman ji bo turîzmê bajarekî girîng e û di warê turîzma baweriyê da jî xwe dide nîşan.

Taşçier diyar kir ku li kêleka qebrê ser hezar donimî kuliye û tesîsên civakî hene û wiha dewam kir: "Di nav 165 donim erdê tirbê da xebat tên kirin. Çêkirina kuliyeyê wê di demeke kin da xelas bibe. Nêzî 2 hezar kesî di heman demê da dikarin li kuliyeyê nimêj bikin. Di nav kuliyeyê da salonên konferans û xwendinê, kafe û tesîsên civakî jî hene. "

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.