480 erdhejzede li gundewarên Diyarbekirê li xaniyên nû yên gundewarî bi cih bûn
Diyarbakir
480 malbatên li deverên gundewarî yên Diyarbekirê dijiyan ên ku erdhejên 6ê Sibata 2023an a Kahramanmaraşê bandor li wan kiribû, derbasî xaniyên nû yên sivik pola û bi betonê bihêzkirî bûn.
Li Diyarbekirê 331 xaniyên alîkariya ji ber felaketê ji betonê bi şêweya gundewarî ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Karên Înşaetê ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê va hatine çêkirin 225 xanî radestî xwedanmafan hatin kirin.
Xaniyên navborî weke yekqatî, 3+1, bi rûbera 130 metreçargoşeyî ya giştî û 116.57 metreçargoşeyî ya net hatine sêwirandin û avakirin.
Xaniyên mayî jî dê di nava tengaya mehekê da radestî xwediyên wan werin kirin.
Ji xaniyên temambûyî 255 xanî radestî xwedanmafan hatin kirin û pêvajoya radestkirina 578 yên mayî jî berdewam e.
Erdhejzedeya ji ber xaniyên xwe yên nû yên saxlem û bi konfor kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
