4 şikbarên ku bi bultena sor lê digeriyan li Gurcistanê hatin girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku 4 şikbarên ku ew bi bultena sor a navneteweyî li wan digeriyan, li Gurcistanê hatin girtin û ew anîn Tirkiyeyê.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand: "4 sûcdarên ku em bi bultena sor li wan digeriyan, me anîn welatê xwe. Ew nikaribûn ji polêsên Tirk birevin."
Yerlîkaya daxuyand, şikbar F.B, S.D, M.T. û E.Oyê ku Tirkiye di asta navneteweyî da li wan digeriya, li Gurcistanê hatin girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin.
Wezîr Yerlîkaya anî ziman ku xebat bi kordînasyona Wezareta Edaletê, Serokatiya Daîreya Interpol-Europolê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Artvînê va hat kirin.
Yerlîkaya wiha dewam kir:
"F.Byê ku ji ber sûcê 'bazirganî û dabînkirina madeyên hişbirê bi bultena sor lê digeriyan, S.Dyê ku ji ber sûcên 'bazirganî û dabînkirina madeyên hişbirê û talankirin"ê bi bultena sor lê digeriyan, M.Tyê ku ji ber sûcên 'kuştina xizmekî xwe yê nêzîk û xeterekirina ewlehiya trafîkê' bi bultena sor lê digeriyan û E.Oyê ku ji ber sûcên 'talankirin, gefxwarin an jî bi xapandinê va kesekî bi zorê ji azadiya wî bêpar hîştin" bi bultena sor a navneteweyî lê digeriyan, li Gurcistanê hatin girtin û radestkirina wan a ji bo welatê me hat pêkanîn."