3 sûcdarên ku bi bultena sor lê digeriyan anîn Tirkiyeyê

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand, 3 sûcdarên ku bi bultena sor lê digeriyan, teslîmî Tirkiyeyê hatin kirin.
Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyand ku R.R, T.B.û Y.E.A yên ku bi bultena sor lê digeriyan li Almanya, Karadag û Qazaxistanê hatin girtin û ew anîn Tirkiyeyê.
Yerlîkaya anî ziman ku di heyama vê kabîneyê da 500 sûcdarên ku bi bultena sor û dîfuzyonê li wan digeriyan hatin girtin û ew anîn Tirkiyeyê.
Wezîr Yerlîkaya daxuyand sûcdarên ku bi bultena sor di asta neteweyî da li wan digeriyan bi hevkariya Serokatiya Daîreya EGM Interpol-Europol, Wezareta Edaletê, Serokatiya Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk û Serokatiya Daîreya Asayîşê û hêzên ewlehiyê yên welatên bi mijarê ra têkildar in ra hatin girtin.
Yerlîkaya daxuyand ku R.R. ji ber sûcê bazirganî û hewandina hişbirê li Almanyayê, T.B. ji ber sûcê şêlandinê ya çend kes bi hev ra dikin, li Karadagê û Y.E.A jî ji ber sûcê hewldana kuştinê ya bi qestî li Qazaxistanê hatin girtin û teslîmî Tirkiyeyê hatin kirin.
Wezîr Yerlîkaya spasiya kesên ku keda wan di girtina van kesan da heye kir û wiha got: "Bi kîjan bultenê li wan digerîn bila bigerin, em kesên ku sûc kirine yek bi yek digirin û tînin welatê me. Em ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe bibiryarî dixebitin û em ê xebata xwe bidomînin jî."