Tirkiye

3 rêvebir û xwediyên Otêla Îsîasê ku li Adiyemanê di erdhejê da hilweşiya hatin girtin

Kerem Kocalar  | 18.02.2023 - Rojanekırın : 19.02.2023
3 rêvebir û xwediyên Otêla Îsîasê ku li Adiyemanê di erdhejê da hilweşiya hatin girtin

Adıyaman

 Ahmet, Mehmet Fatîh û Efe Bozkurtê rêvebir û xwediyên Otêla Îsîasê ku li Adiyemanê di erdhejê da hilweşiya, hatin girtin.

Piştî erdhejên ku navend Meraş e û li 11 bajaran bandor kir, lêpirsîna der barê Otêla Îsîasê da didome.

Di çarçoveya lêpirsînê da Ahmet, Mehmet Fatîh û Efe Bozkurtê rêvebir û xwediyên Otêla Îsîasê ku hatin girtin sewqî Girtîgeha Sêwregê kirin.

Ji şikbarên din Ulviye Bozkurt û Şule Ozbek jî digel qedexeya derketina dervayî welêt bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di dema erdhejê da li Otêla Îsîasê ku hilweşiya tevî voleybolîzên ji Komara Tirkan ya Qibrîsa Bakur gelek kes miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın