Tirkiye

3 parlamenterên Tirk ên ji Fîloya Azadiyê hatin derdestkirin ber bi Azerbeycanê bi rê ketin ku vegerin Tirkiyeyê

Sümeyye Dilara Dinçer  | 09.10.2025 - Rojanekırın : 09.10.2025
3 parlamenterên Tirk ên ji Fîloya Azadiyê hatin derdestkirin ber bi Azerbeycanê bi rê ketin ku vegerin Tirkiyeyê

Ankara

Oncu Keçeliyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ragihand ku 3 parlamenterên Tirk ên di tekneyên Fîloya Azadiyê da ya Îsraîlê dest danî ser, ber bi Azerbeycanê bi rê ketin ku vegerin Tirkiyeyê.

Keçelî di parvekirina li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîka da diyar kir ku xebat tên meşandin da ku welatiyên Tirk ên din jî sibê bi sefereke balafirê ya taybet va vegerin Tirkiyeyê.

Keçelî di parvekirina xwe da bal kişand ku heger pêk were, ew pêşbînî dikin ku bi sefera navborî va welatiyên welatên sêyem jî texliye bikin û wiha got, "3 parlamenterên me yên di tekneyên Fîloya Azadiyê da ya Îsraîlê dest danî ser, ber bi Azerbeycanê bi rê ketin ku vegerin Tirkiyeyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.