Tirkiye

3 kesên ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû anîn Tirkiyeyê

Utku Şimşek  | 24.05.2025 - Rojanekırın : 25.05.2025
3 kesên ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû anîn Tirkiyeyê

Ankara

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand kuu Ç.A û M.D.Ç ku di warê navneteweyî da bi bultena sor lêgerîna wan hebû û H.Dyê ku di warê navneteweyî da lêgerîna wî hebû hatin girtin û anîn Tirkiyeyê.

Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da destnîşan kir ku 3 sucdarên ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû anîn welêt û got, "Wê nikaribin ji me birevin. Di serdema vê kabîneya me da, me hişt ku 337 sucdar li welatê me bê îadekirin."

Yerlîkaya anî ziman ku operasyon bi hemahengî ji aliyê Wezareta Edaletê û Serokatiya Interpol-Europol a Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê hatiye encamdan û wiha pê da çû:

"Kesê bi navê Ç.Ayê ku ji sucê 'bazirganî û dabînkirina hişbirê' bi bultena sor lêgerîna wî hebû, li Almanyayê, M.D.Çyê ku ji sucê 'destdirêjiya cinsî li dijî kesekî/ê ne reşîd' bi bultena sor lêgerîna wî hebû, li Xirwatistanê, kesê bi navê H.F jî yê ku ji sucê 'îdxalkirina hişbir û madeyên hişbirê' di warê navneteweyî da lêgerîna wî hebû, li Almanyayê hat girtin. Sucdarên navborî îadeya wan bo Tirkiyeyê hatin kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.