23 kesên ku dixwestin bi qaçaxî ji hidûdan derbas bibin, hatin girtin

Ankara
6 jê mensûbên FETOyê, 1 jê mensûbê DEAŞê bi tevahî 23 kesên ku dixwestin ji Îranê bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bibib û ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibin, hatin girtin.
Li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku li dijî kesên ku dixwazin bi rêya dereqanûnî derbas bibin, têkoşîn berdewam e.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bi tevahî 23 kesên ku dixwestin bi rêya dereqanûnî ji welatê me derbasî Yewnanistanê bibin û ji Îranê derbasî welatê me bibin, hatin girtin. Li gor tesbîtê ji kesên hatine girtin 1 jê mensûbê DEAŞê, 6 jê jî mensûbê FETOya rêxistina terorê ye."
Li Wanê 2 terorîstên PKKyî hatin qefaltin
Di operasyona ku li Tuşbaya navçeya Wanê hat kirin da 2 terorîstên PKKyî hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr xebatên ji bo deşîfrekirina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê didomîne.
Di vê çarçoveyê da li navçeya Tuşbayê operasyona hat kirin û di operasyonê da 2 mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li herêmê ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya gel operasyon dewam dikin