Tirkiye

2 zarokên ji YPG/PKKya rêxistina terorê reviyan li Rihayê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn

Eşber Ayaydın  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 28.07.2021
2 zarokên ji YPG/PKKya rêxistina terorê reviyan li Rihayê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn

Şanlıurfa

2 zarokên ji Sûriyeyê ku yek jê 15 û yek jî 16 salî bû ji YPG/PKKya rêxistina terorê reviyan û li Riyahê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda 2 zarokên ku ji alî alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê bi hinceta organîzasyonên çandî xapandin û li herêma Hesekê qasî 2 mehan daxilî qaşo perwerdehiyên rêxistinê bûn. Lawikê 15 salî û keçika 16 salî ji destê rêxistina terorê reviyan.

Herdu zarok bi saya xebatên ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlahiya Bajêr a Rihayê û Serokatiya Herêmê ya MÎTê va hatin qanîkirin û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn. Herdu zarok piştî îfadedayînê ji ber ku emrê wan biçûke hildan bin parastina dewletê.

YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên Sûriyeyê yên dagir kiriye zarokan dibe û bi darê zorê çekan dide destê wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.