Tirkiye

19ê Gulanê bi merasiman hat pîrozkirin

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu bi heyeta ku ji ciwan, sporvan, xwendekar û xebatkarên Wezaretê pêk tên va li Anitkabîrê beşdarî merasima ku seba 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê hat lidarxistin, bû

İbrahim Atmaca, Türkan Tosun  | 19.05.2019 - Rojanekırın : 20.05.2019
19ê Gulanê bi merasiman hat pîrozkirin

Ankara

Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu bi heyeta ku ji ciwan, sporvan, xwendekar û xebatkarên Wezaretê pêk tên va li Anitkabîrê beşdarî merasima ku seba 19ê Gulanê Bîranîna Ataturk, Cejna Ciwanî û Sporê hat lidarxistin, bû.

Heyet ji Rêya Bişêr ra meşiya, çelenk danî ser mozoleya Ataturk, rêz girt û Sirûda Îstiqlalê xwend.

Piştî merasima li vê derê Wezîr Kasapoglu li Kûleya Mîsaqa Millî Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir û wiha nivîsî:

"Ataturkê Mezin Em îro sala 100emîn a têkoşîna me ya îstiqlalê ya ku we di 1919an da li Samsunê da destpêkirin, pîroz dikin.

Ev ruhê îstiqlalê yê ku 100 sal e bi me ra ye û em pê serbilind in, ji bo miletê me yê ezîz û seba helwesta dewleta me ya serbixwe bûye çavkaniya îlhamê.

Ciwanên me li Komara me ya ku emanetê şehîd û xaziyên me ye û li demokrasî, welat û hiqûqa miletê me xwedî derdikeve.

Di salvegera 100emîn a 19ê Gulana 1919an da em we, hemû qehremanên xwe û şehîdên xwe yên ezîz bi şukran, minet û rehmet bîr tînin, li ber xatiraya we bi hurmet bejna xwe ditewînim.

Ruhê we şad bibe."

Wezîr Kasapoglu paşê bi ciwanan ra li ser pêperokan wêne kişand.

- Li Taksîmê merasimek hat lidarxistin

Li Stenbolê ji ber 19ê Gulanê Cejna Ciwanî û Werzişê û Bibîranîna Ataturk li ber Peykerê Komarê ya li Taksîmê merasimek hat lidarxistin.

Di çarçoveya merasimê da Midûrê Bajêr ê Werzişê û Xizmetên Ciwaniyê yê Stenbolê Cemîl Baglama çelengek danî li ber Peykerê Komarê. Paşê rêz hat girtin û Sirûda Îstiklalê hat xwendin.

Alîkarê Walî Ahmet Hamdî Usta, Qaymeqamê Beyogluyê Mustafa Demîrellî, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Beyogluyê Cemîl Sarici, Seroka Bajêr a Stenbolê ya CHPyê Canan Kaftancioglu, nûnerên partiyan, mamoste, xwendekar û eskerên xazî beşdarî merasimê bûn.

Merasim piştî kişandina wêneyan qediya.

Piştî merasimê partiyên siyasî jî çeleng danîn peykerê.

- Li Diyarbekir, Mêrdîn û Elezîzê merasim hat lidarxistin

Bi minasebeta 19ê Gulanê Cejna Bibîranîna Ataturk, Ciwanî û Werzişê li Diyarbekir, Mêrdîn û Elezîzê merasim hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên ku bi minasebeta 100emîn salvegera çûyîna Rêberê Mezin Xazî Mustafa Kemal Ataturk a ji bo Samsumê ku ji bo destpêkirina Berxwedana Neteweyî 19ê Gulana 1919an çûbû da li Diyarbekirê li ber Walîtiyê merasim hat lidarxistin û herwiha di merasimê da amadebûyiyan rêza xwe nîşan da û Sirûda Îstiqlalê xwend.

Walî Hasan Basri Guzeloglu cejna beşdaran pîroz kir û bi xwendekaran ra wêne kişandin.

Midûrê Xizmetên Ciwaniyê û Werziş ê Parêzgehê Mehmet Demir di merasimê da axaftinek kir û bal kişand ku ji bo berhemên Ataturk ciwan wekî xîma bingehê ne.

Di merasimê da herwiha xwendekaran helbest xwendin, axaftina hatin kirin û tîma govendê, lîstikên gelêrî gerandin.

Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Ebubekir Bal, Şaredarê Bajarê Mezin Adnan Selçuk Mizrakli, Serdozgerê Komarê Kamil Erkut Gure, Fermandarê Cendirmeyê Herêmê Tumgeneral Halis Zafer Koç, Mdirê Ewlekariya Parêzgehê Tacettin Aslan, xwendekar û welatî beşdarî merasimê bûn.

- Mêrdîn

Li Mêrdînê li ber Qonaxa Hikûmetê çeleng pêşkêşî Abîdeya Ataturk kirin û wisa dest bi merasimê kirin. Di merasimê da amadebûyiyan rêza xwe nîşan da û Sirûda Îstiqlalê xwend.

Beşdarên merasimê alaya Tirk a 40 metreyî û posterê Ataturk vekirin û ji Kolana Valî Ozan heya Parqa 15ê Tîrmehê ya Şehîdan û Demokrasiyê meşiyan. Merasimê dû ra li Salona Werzirşê ya Artukluyê dewam kir û li vê derê Midûrê Xizmetên Ciwaniyê û Werziş ê Parêzgehê Hadi Çomaktekin cejna ciwanan pîroz kir.

Di merasimê da herwiha xwendekaran helbest xwendin, axaftina hatin kirin, tîma govendê lîstikên gelêrî gerandin û xelat dan werzişvanên ku pile bi dest xistin.

Walî Mustafa Yaman, Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê Ahmet Bektaş, Fermandarê Tûxaya Piyadeyên Mekanîze ya 70yemîn Tuxgeneral Fedai Unsal, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tuxgeneral Yusuf Kenan Topçu, Şaredarê Artukluyê Abdulkadir Tutaşı, nûnerên dem û dezgehan û welatî beşdarî merasimê bûn.

- Elezîz

Li Elezîzê li ber Walîtiyê çeleng pêşkêşî Abîdeya Ataturk kirin û merasimê wisa dest pê kir. Di merasimê da amadebûyiyan rêza xwe nîşan da û Sirûda Îstiqlalê xwend.

Midûrê Xizmetên Ciwaniyê û Werziş ê Parêzgehê Suphi Doner di axaftina xwe ya li merasimê da diyar kir ku ciwan, siberoja welêt in.

Merasim bi nimayişa Tîma Mehterê ya Şaredariya Elezîzê û herwiha nimayişa lîstikên gelêrî ya xwendekaran bi dawî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın