Tirkiye

17emîn "Keştiya Qenciyê" ya Tirkiyeyê ya bo Xezeyê hat amadekirin ji Bendergeha Mêrsînê hat birêkirin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 14.10.2025 - Rojanekırın : 14.10.2025
17emîn "Keştiya Qenciyê" ya Tirkiyeyê ya bo Xezeyê hat amadekirin ji Bendergeha Mêrsînê  hat birêkirin

Ankara

17emîn "Keştiya Qenciyê" ya Tirkiyeyê ya bo Xezeyê hat amadekirin, ji Bendergeha Navneteweyî ya Mêrsînê hat birêkirin.

Fealiyetên alîkariya însanî ya ku piştî agirbesta li Xezeyê zêde bûn, bi pêşkêşiya Tirkiyeyê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da bi kordînasyona AFADê bi piştgiriya 17 saziyên civakî yên sivîl keştiya alîkariyê hat amadekirin û di keştiyê da biqasî 900 tonî melzemeyên însanî hene.

Di nav alîkariyan da melzemeyên wekî xurekên veke û bixwe, qonserve û xwarina dergûşan jî heye.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya jî beşdarî merasima birêkirinê ya li Bendergeha Mêrsînê hat lidarxistin bû.

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya di axaftina xwe da got ku "Em îro dibêjin 'Keştiya Qenciyê di Rêya Xezeyê da ye'. Keştiya Behra Spî ya ku 900 ton xurek, konserve û xwarina dergûşan lê barkirî, ji bo ku biçe Xezeyê qasek şûn da dê bi rê keve."

Piştî axaftina Yerlîkaya dia hat xwendin û keştî ji bo ku biçe Bendergeha El-Arîşê ya Misirê derket rê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.