Tirkiye

134 eskerên Efxan ji ber êrîşa Talibanê xwe spartin Tacikistanê

Bahtiyar Abdülkerimov  | 23.06.2021 - Rojanekırın : 23.06.2021
134 eskerên Efxan ji ber êrîşa Talibanê xwe spartin Tacikistanê

Taşkent

Hat ragihandin, 134 eskerên Efxan ji ber êrîşa Talibanê revîn, ji sînorê Efxanistanê derbas bûn û xwe spartin Tacikistanê.

Di daxuyaniya Komîteya Dewletê ya Ewlekariya Neteweyî ya Tacikistanê da hat destnîşankirin, ji ber êrîşa Talibanê ya dijî deriyê sînor ê Şîrxanê yê li ser sînorê Efxanistan-Tacikistanê, rewşa li sînor aloz e.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji ber vê êrîşa Talibanê 134 eskerên Efxanistanê derbasî aliyê din ê sînor bûn û xwe spartin axa Tacikistanê û wiha hat gotin, "Pasevanên sînorê Tacik di çarçoveya rêgezên mirovî û yên cîraniyê da destûr dan ku eskerên Efxan bêyî pirsgirêk ji sînor derbas bibin û bên aliyê Tacikistanê."

Di daxuyaniyê da her wisa hat gotin ku di nava eskerên Efxan ên ji sînor derbas bûn da 4 jî birîndar hene.

Meqamên Efxanistanê duh ragihandibûn, di encama êrîşa Talibanê da deriyê sînor ê Şîrxanê ket bin kontrola milîtanan û hêzên ewlekariyê herêm bi temamî terikandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.