Tirkiye

12 sûcdarên ku bi bultena sor li wan digeriyan anîn Tirkiyeyê

Aykut Karadağ  | 01.12.2025 - Rojanekırın : 01.12.2025
12 sûcdarên ku bi bultena sor li wan digeriyan anîn Tirkiyeyê

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand 12 sûcdarên ku bi bultena sor li wan digeriyan, ji Gurcistan, Almanya, Avusturya û Fransayê anîn Tirkiyeyê.

Yerlîkaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê NSosyalê diyar kir ku bi saya xebatên bi kordînasyona Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya Daîreya Înterpol-Europolê, xebatkarên Wezareta Edaletê, Serokatiya Îstîxbarat, KOM û Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê û Serokatiyên Sîber û Asayîşê, kesên ku ji welêt reviyane û der barê wan da biryara girtinê hene bi baldarî hatin şopandin.

Wezîr Yerlîkaya diyar kir di vê çarçoveyê da 12 sûcdar F.K, O.U, K.K, M.T, B.T, T.L, Î.K, A.A, S.D, E.Y, Z.S, H.D ên ku ji ber sûcên kuştina biqestî, birîndarkirin, sextekarî, tefecîtî, firotin û bikaranîna hişbirê, dizî, firotin û bikaranîna çekan, talankirin, zirardayina malên însanan û gefxwarinê bi bultena sor li wan digeriyan ji Gurcistan, Almanya, Avusturya û Fransayê anîn Tirkiyeyê.

Yerlîkaya spasiya kesên ku keda wan di girtin û îadekirina van kesan da heye kir û got sûcdarên din ên ku bi bultena sor li wan digerin jî wê yek bi yek bên girtin û ew ê teslîmî Tirkiyeyê bên kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın