Tirkiye

102yemîn a salvegera Komarê bi çalakiyan tê pîrozkirin

Zafer Fatih Beyaz  | 29.10.2025 - Rojanekırın : 29.10.2025
102yemîn a salvegera Komarê bi çalakiyan tê pîrozkirin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Em bi biryarî dixebitin ku Komara Tirkiyeyê ya ku me 102 sal berê ji bo wê gelek ewladên welêt şehîd dan û va ava kir, wek ku we îşaret kiriye derxin asta jor a şaristaniyên hemdem."

Merasîma ewil a ji bo 29ê Cotmehê Cejna Komarê û pîrozbahiyên 102emîn a salvegera îlankirina Komarê li Anitkabîrê hat lidarxistin.

Merasîm bi meşa rayedarên payebilind ên dewletê ya li ser Rêya Şêran va dest pê kir.

Di korteja ku Serokomar Erdogan serokatiya wê kir da Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu, endamên Kabîneya Serokomariyê, serokên dezgehên daraza payebilind, Sererkan Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu, fermandarên hêzan, nûnerên partiyên siyasî û rayedarên dewletê yên din cih girt.


Serokomar Erdogan çelenga ku li ser heyv û stêrk heye danî mozoleya Ataturk, pişt ra rêz hat girtin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.

Erdogan û kesên pê ra paşê derbasî Kûleya Mîsaqa Milî bûn.


Serokomar Erdogan li ser Lênûska Taybet a Anitkabîrê wiha nivîsî:

"Ataturkê Ezîz,

Di vê roja girîng a em şanaz in ku gihîştin salvegera 102yemîn a Komara xwe da ez cenabê we, hevalên we yên çekdar û şehîdên me yên ezîz careke din bi spasdarî bi bîr tînim. Ez 29ê Cotmehê Cejna Komarê ya hemû welatiyên me yên di nav sînorên me û derveyî wê da dijîn, ya dost û birayên me ji dil û can pîroz dikim. Em bi biryarî dixebitin ku Komara Tirkiyeyê ya ku me 102 sal berê ji bo wê gelek ewladên welêt şehîd dan û va ava kir, wek ku we îşaret kiriye derxin asta jor a şaristaniyên hemdem. Em nav û dengê welatê xwe li seranserê cîhanê baştir dikin û di nav welêt da jî seferberiya xwe ya veberhênan û pêşketinê bênavber didomînin. Em çiqas nêzîkî armanca xwe dibin, eniya êrîşên li dijî şexsê me û hikûmeta me jî ewqasî firehtir dibin. Lê em ê ji rêya xwe venegerin. Bi îzna Xwedê û piştgiriya miletê me yê ezîz em ê Tirkiyeyeke mezin û bihêz wek mîrata herî mezin emanetî ewladên xwe bikin. Ruhê te bila şad be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.