Tirkiye

100 hezar şitlên daran ên li daristanê tên daçikandin ew ê ji heywanan ra bibin xurek

Haydar Şahin  | 22.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
100 hezar şitlên daran ên li daristanê tên daçikandin ew ê ji heywanan ra bibin xurek

Kars

 Li daristana Sarîqamîşa navçeya Qersê ji ber darên çamê û wargehan bi taybetî hirçên boz û heywanên din îmkana xurekê û sitarbûnê nabînin. Niha li daristanê dest pê kirin ew ê 100 hezar darên mêwayan daçikînin. Bi hêşinbûna daran va hem heywanê xurekê bibînin û hem jî merivê ji hirçan werin parastin.

Li navçeyê her sal li 67 daqar erdî kêmzêde 1,5 milyon şitlên daran tên amadekirin û ev şitlan li Qers, Erzirom, Erzincan, Erdexan û Agiriya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê û bajarên din tên daçikandin.

Wezîfedarên Şeftiya Şitlan a Sarîqamîşê ji bo "Rojhilatê Anadoluyê ya Kesk" bi baldarî şitlan daçikînin, wezîfedar xêncî şitlên çam, ladîn û xuşê li daristanê ji bo hirç, werşeq û xezalan jî şitlên darên mêweyan jî daçikînin ku ji wan ra bibin xurek.

Li dinyayê bi tenê li daristana Sarîqamîşê hirçên koç dikin hene, li bilindahiya 2 hezar û 200 û 2 hezar 700 mêtreyî dest bi daçikandina darên mêweyan kirin ku ji bo heyanên kovî û beyanî rewşa tebiî were amadekirin, heywan di dîtina xurekê da tengasiyê nekişînin û seba xurekê danekevin nav mal û taxan.

Wezîfedarên Şeftiya Şitlan a Sarîqamîşê ji bo li daristanê jiyana beyanî û cureyan mihefeze bikin bênavber xebatên xwe didomînin, ji bo heywanên nikarin xurekê bibînin jî li herêmê şitlên darên hirmê, şîlan, karçîn û hulitirşkê dadiçikînin.

Fîdanên ji tov tên mezinkirin vihar û payîzê tên belavkirin, hem welatî şitlan dadiçikînin hem jî di çarçoveya projeyan da bi destê wezîfedaran tên daçikandin.

Nesîm Gokê Serokê Odeya Zîraetê ya Sarîqmîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Şeftiya Şitlan a Sarîqamîşê xêncî darên daristanê şitlên darên mêweyan jî ji bo heywanên beyanî dadiçikînin.

- Ew ê tevkariyê jiyana tebiî û ewlehiya merivan bikin

Gok got jiyana beyanî ji bo ekolojiya herêmê zehf girîng e û wiha pê da çû: "Li daristana Sarîqmîşê bi taybetî hirçên boz hene. Şeftiya me ya şitlan ji bo jiyana beyanî şitlên sêv, hirmê, karçîn, şîlanan dadiçikînin, ev şitlan ew ê tevkariyê bidin jiyana tebiî.

Turhan Kocaşê ji navçeyê yê şitlan dadiçikîne jî got li Sarîqamîşê carcaran heywanên beyanî ji bo xurekê dadikevin wargehan û ev jî dibe xetere.

Kocaş got ji bo heywanên beyanî li qadên xwe xurekê bibînin dixebitin ûwiha axivî: "Şitlên mêweyan ên tên amadekirin li daristanê tên daçikandin ku tevkriyê bidin wan. Înşaellah şitlên em dadiçikînin ew ê end sal şûnda ji bo heywanan mêweyan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.