Serokomar Erdogan: Me ji hevalên xwe ra got ku em ê ji endamtiya Finlandiya û Swêdê ya NATOyê ra bibêjin 'na'
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Me ji hevalên xwe yên eleqedar ra got ku em ê ji endamtiya Finlandiya û Swêdê ya ji bona NATOyê ra bibêjin 'na', em ê bi vî awayî di rêya xwe da bimeşin."
Erdogan bi wesîleya Cejna Werziş, Ciwanî û Bibîranîna Ataturk ya 19ê Gulanê li Pirtûkxaneya Gel ya Serokomariyê bi ciwanan ra hat bal hev.
Serokomar Erdogan der barê serlêdana Finlandiya û Swêdê ya ji bona endamtiya NATOyê da wiha got, "Me ji hevalên xwe yên eleqedar ra got ku em ê ji endamtiya Finlandiya û Swêdê ya ji bona NATOyê ra bibêjin 'na', em ê bi vî awayî di rêya xwe da bimeşin."
Erdogan ji bona şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da wiha got, "Em him bi Rûsyayê ra û him jî bi Ukraynayê ra polîtîkaya hevsengê dimeşînin û em naxwazin ku bi birêz Putîn û Zelenskiy ra pêwendiyên xwe qut bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.