Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em ê di demeke nêzîk da Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pêşkêşî Meclisê bikin

Sibel Kurtoğlu  | 03.12.2021 - Rojanekırın : 04.12.2021
 Serokomar Erdogan: Em ê di demeke nêzîk da Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pêşkêşî Meclisê bikin

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Gava em amadehiyên xwe temam bikin înşellah em ê di demeke nêzîk da Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pêşkêşî Meclisê bikin."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê di Civîna Nasandina Vîzyona Bêastengî ya 2030yî û Tayînkirina Mamosteyên Astengdar da axivî.

Serokomar Erdogan got ku tevî yên îro tên tayînkirin hejmara astengdarên di zemanê hikûmetên me da hatine tayînkirin derdikeve 63 hezar û 87an û wiha dewam kir, "Bi saya polîtîkayên me yên teşwîqkirina îstixdamê heya roja îroyîn 384 hezar û xwîşk û birayên me yên astengdar kar dîtine."

Erdogan destnîşan kir gava amadehiyên xwe temam bikin wê di demeke nêzîk da Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pêşkêşî Meclisê bikin.

Serokomar Erdogan der barê Qanûna Pîşeya Mamostetiyê da got ku di dîroka welatê me da em ê cara ewil ji bona mamosteyên xwe qanûneke berfireh û nû derxin.

Erdogan diyar kir pergaleke ewlehiya civakî ya hemû welatiyên wan dihewîne û li dinyayê ya herî berfireh e bi Tirkiyeyê dane qezenckirin.

Serokomar Erdogan got ku li navendên xwedîkirin û rehabîlîtasyonê yên dewletê êdî astengdarên me li benda dorê nasekinin.

Erdogan di berdewamiyê da got me amadehiyên ji bona Belgeya Vîzyonê ya Bêastengdarî ya 2030yî qedandin ku ev demek bû em li ser dixebitîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın