Tirkiye

"Miletê Tirk wekî hergav îro jî bi hemû derfetên xwe li cem xwîşk û birayên xwe yên Azerbeycanî ye"

İbrahim Atmaca, Abdullah Tel  | 27.09.2020 - Rojanekırın : 28.09.2020
 "Miletê Tirk wekî hergav îro jî bi hemû derfetên xwe li cem xwîşk û birayên xwe yên Azerbeycanî ye"

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrîşa ku Ermenistanê bir ser Azerbeycanê da daxuyanî da.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Ermenistanê êrîşe din li êrîşên xwe yên dijî Azerbeycanê zêde kir û careke din nîşan da ku ew ji bo aramî û aştiya li herêmê tehdîda herî mezin e. Miletê Tirk wekî hergav îro jî bi hemû derfetên xwe li cem xwîşk û birayên xwe yên Azerbeycanî ye."

Serokomar Erdogan wiha got:

"Civaka navneteweyî ya ku li hemberî êrîşên tehrîkê yên Ermenistanê bertekên têr û tijî nîşan nadin careke din wê durûtiya xwe nîşan didin. Mînska sê alî jî nêzî 30 salî ye ku helwesta xwe ya îhmalkar didomîne û mixabin ji çareserkirinê pir dûr e. Em bangî hemû dinyayê dikin ku bila li cem Azerbeycana hemberî zilm û dagirkeriyê têdikoşin, cih bigirin.

Min îro bi birayê xwe yê Îlham Alîyevê Serokomarê Azerbeycanê ra bi têlefonê xeberda û ez cardin bûm şahidê sekna wî ya şareza û biryardar. Min jê ra got ku Tirkiye bi hişmendiya 'yek milet, du dewlet' va wê bi birayên xwe yên Azerbeycanî ra piştevaniya xwe xurt bike û bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.