Tirkiye

"Me pileya fîloya xwe zêde kir, piştî ku pergala meya balafira bêmirov jî têkeve dewrê, em ê li dinyayê bibin yekemîn"

Mümin Altaş  | 13.09.2021 - Rojanekırın : 14.09.2021
 "Me pileya fîloya xwe zêde kir, piştî ku pergala meya balafira bêmirov jî têkeve dewrê, em ê li dinyayê bibin yekemîn"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku lazime qala çîroka serfiraziya Têkoşîna Neteweyî ya li ser xeta dawîn a Polatli-Haymanayê hat bidestxistin ji nifşên nû ra bê kirin û Şerê Îstiklalê di nav çi şert û mercê da hatiye qezenckirin bila neyê jibîrkirin.

Serokomar Erdogan li Bîrdariya Anittepeyê ya navçeya Polatliyê ye di Bernameya Pîrozkirina Sala 100î ya Serfiraziya Sakaryayê da axivî û destnîşan kir ku Serfiraziya Sakaryayê ya di sala 1921î da pêk hat şereke ji rêzê nebû û ew ji bo Tirkên hatibûn Anadoluyê şerê mayîn û nemabûnê bû.

Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan ragihand ku artêşa ji mecbûrî vekişiyabû rojhilatê Sakaryayê bi saya xurtkirin a ji alî miletê û Gazî Mustafa Kemal ku wek Serfermandarê Meclisê hatibû wezîfedarkirin va di nav mehekî da kom bû û li hemberî neyar biserket.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê demê dengê topan ji Ulusê dihat bihîstin û wiha got: "Artêşa me ya egît ji dijmin ra gote bisekine û bi Berizîna Mezin va ji dijmin xilas bû."

Erdogan got: "Miletê me ji rojên Têkoşînên Neteweyî vir va bi xesleta xwe ya zanebûnê va her tim ji bo xwe û welatê xwe li alî rastiyê cî girtiye. Em çawa ji gelek astengiyên ku li derva û hindur dan ber lingê me, derbas bûn û derketin van rojan, înşeallah emê wisa jî bigihêjin armancê. Di sala 100em a Komara me da ji bo ku têkoşîna me ya gihîştina sewiyeya şaristaniyên hemdem serkeftî bibe, em ê heya mirinê bixebitin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın