Li Musa Orhanê çawişê berê ji ber êrîşa cinsî 10 sal cezayê hepsê hat birîn

Siirt
Musa Orhanê çawîşê berê yê ku bi îdiaya li Sêrtê dijî keçika 18 salî êrîşa cinsî kiriye dihat darizandin 10 sal cezayê hepsê xwar.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Sêrtê hat kirin û bersûc Orhan jî ji ser Pergala Înformatîk a Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdar bû.
Dê û bavê Îpek Era kuştî Hîkmet Er û Fuat Er tevlî parêzerên herdu aliyan beşdarî rûniştinê bûn.
Parêzerê Musa Orhan beraet xwest û got ku Orhan ji ber mirina Erê xemgîn e û hemû tiştên pê tê sûcdarkirin red dike.
Heyeta dadgehê piştî navberê daxwaza girtinê red kir û ji ber sûcê êrîşa cinsî 10 sal cezayê hepsê da Orhan. Heyetê destnîşan kir ku bi biryara kontrola edlî ji bo Orhan qedexeya derketina derva hat dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.