Li Mêrsînê otobusa esker tê da bûn welgeriya
Di qezaya li navçeya Mutê da li gorî encamên destpêkê ajokar mir, 5 esker jî şehîd bûn, 10 kes jî birîndar bûn
Mersin
Walîtiya Mêrsînê ragihad ku li Muta navçeya Mêrsînê otobusa esker tê da bûn welgeriya û li gorî encamên destpêkê ajokar mir, 5 esker jî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, otobusa esker tê da bûn li ser rêya Mut-Karamanê li tanga Sertavulê welgeriya.
Gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê şandin ciyê qezayê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê da hat diyarkirin ku di qezayê da li gorî encamên destpêkê ajokar mir, 5 esker jî şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.
10 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê li Mutê.