Li Ispartayê otobusa rêwiyan welgeriya: 33 birîndar
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyên nêzîk

Isparta
Li Şarkikaraagaça navçeya Ispartayê otobusa rêwiyan welgeriya û di encamê da 4 jê giran 33 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ku plaqeya wê 63 DV 750 û ajokarê wê jî Fahrettin Yazar e, li ser guzergeha rêbeja Konya-Ispartayê li tanga Goksogutê welgeriya.
Gelek ekîbên îtfaiye û polêsan ji bo ciyê ku qeza lê çêbû hatin şandin. Di qezayê da 4 jê giran 33 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Yalvaç, Gelendost û Şarkikaraagaçê.
Waliyê Ispartayê Omer Seymenoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku qeza serê sibehê çêbû.
Seymenoglu diyar kir ku piştî qezayê hemû ekîb hatin seferberkirin û herwiha ekîban xebatên xwe temam kirin.
Ajokarê otobusê Yazar ku di qezayê da tiştek pê nehat jî wiha got, "Ez bi awayekî asayî dihatim. Hewa hinekî bi mij bû, leza min jî hindik bû. Ez di carekê da ketim ser cemedê, min nedît."
Hat diyarkirin otobusa ku ji Îdirê da ser rê, diçû Bodruma navçeya Muglayê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.