Li Çanakkaleyê du otomobîl li hev qelibîn, 5 kes mirin û kesek birîndar bû
Bursa
Li Lapsekiya navçeya Çanakkaleyê, du otomobîl li hev qelibîn û di encamê da 5 kes mirin, kesek birîndar bû.
Di rêbejaya Lapsekî-Çanakkaleyê da otomobîlên plaqe 35 APD 325 û 17 LP 800 li hev qelibîn.
Li ser îxbarê gelek ekîbên tenduristî û îtfaiyeyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Kesên di otomobîlan da asê man ji hêla ekîban hatin derxistin.
Di qezayê da 5 kesên di otomobîlan da mirin, kesekî birîndar jî piştî midaxeleya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lapsekiyê.
Termên kesên mirin piştî lêkolîna dozger, birin morxa nexweşxaneyê.
Rêbejaya ku ji bo demekê ji trafîqê ra girtî ma, piştî rakirina wesayîtan cardin vebû.
Piştî lêkolîna tesbîtkirina nasnameyê, eşkere bû ku yên mirin di otomobîla plaqe 35 APD 325an da Nuray Tekin, Osman Goksu û Dogukan Samet Eger û di otomobîla plaqe 17 LP 800î da jî Neslihan Soysal û Hanife Soysal in.
Hat diyarkirin, birîndar jî Mustafa Soysal e û di otomobîla plaqe 17 LP 800î da bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
