Tirkiye

Li Bîngolê di qezaya ku du otomobîl li hev qelibîn da bav û kur mirin, 4 kes jî birîndar bûn

Ahmet Dengeşik  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 08.02.2026
 Li Bîngolê di qezaya ku du otomobîl li hev qelibîn da bav û kur mirin, 4 kes jî birîndar bûn Ahmet Dengeşik

Bingöl

Li Bîngolê di qezaya ku du wesayît li hev qelibîn da bav û kur mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêrê wê E.B. û plaqeya wê 38 AKS 487 û otomobîla ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 78 AG 598 e, li ser rêya Bîngol-Gencê li texma gundê Guveçliyê li hev qelibîn.

Di qezayê da 6 kes birîndar bûn.

Li ser cabdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewleyê ya Bîngolê.

Ji birîndaran Aydin K. (54) û kure wî Kerîm K. (21) digel hemû midaxeleyan nefilitîn û mirin.

Dîmenên qezayê di kameraya ewlehiyê ya kargehekê da hatin qeydkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın