Tirkiye

Hêzên asayîşê di meha sibatê da 126 terorîstên PKKyî berteref kirin

03.03.2021 - Rojanekırın : 03.03.2021
 Hêzên asayîşê di meha sibatê da 126 terorîstên PKKyî berteref kirin

Erzurum

Li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê ku seba xerabkirina aştî, hizûr û ewlehiya Tirkiyeyê heta sivîl, zarok û dergûşan jî dixe hedef, di sibata 2021ê da li nav welêt û derveyî welêt operasyon hatin kirin û di operasyonan da 126 terorîst hatin berterefkirin.

Artêşa Tirkiyeyê, Midûriya Giştî ya Ewlehiyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) li dijî rêxistinên terorê yên ku dixwazin hizûr û biratiya welêt xerab bikin, bi piştgiriya gundparêzan teqîbatê bi biryardarî didomînin.

Hêzên ewlehiyê şev û roj, havîn û zivistan li nav bajêran, çil û çiyan û derveyî welêt peyê terorîstan bernadin, di sir û sermayê da bi çendîn hefteyan li ser erazî dimînin û operasyonan dikin. Hêzên ewlehiyê di meha sibatê da jî derbeyeke giran li YPG/PKKya rêxistina terorê da.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê dan hev, di meha sibatê da li nav welêt û derveyî welêt di operasyonên beja û esmanî da 126 terorîst hatin berterefkirin.

Di meha sibatê da dijî PKKya rêxistina terorê ya destbixwîn û şaxa wê ya ciwanan li gelek bajêran operasyon hatin kirin û ji 487 bersûcên ku hatin binçavkirin, 80 kes hatin tewqûfkirin. Li ewlehî û cendirmeyan kar û barên bersûcên din dewam dike.

Hêzên asayîşê ji bo berterefkirina unsûrên terorê yên li nav welêt û derveyî welêt bê navber dixebitin.

Ji aliyê din va di sala 2021ê da jimara mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê yên ku bi rêya qanîkirinê teslîm bûn ji 27ê sibatê pê va derket 31ê.

- Li seranserê welêt operasyonên "Eren" dewam dikin

Wezareta Karên Navxweyî navê Eren Bulbulê ku di 11ê Tebaxa 2017an da ji alî rêxistina terorê va hatibû şehîdkirin da operasyonên di meha rêbendanê da da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da di meha sibatê da li Bitlîs, Sêrt, Tuncelî, Hatay, Osmaniye, Gazîentab, Hekarî û Şirnexê operasyonên nû tên kirin.

Hêzên ewlehiyê li deşt û çiyayên bi berf ên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê dan pey şopên terorîstan.

- Terorîstê di kategoriya sor da hat berterefkirin

Di 3yê Sibatê da Îbrahîm Şengulê bi kod navê "Bedrettin Bedirhan"ê ku di kategoriya sor a "Lîsteya Kesên Ji Ber Terorê Li Wan Digerin" da cî digirt hat berterefkirin.

Berpirsê lojîstikê yê qaşo PKK/KCKê Îbrahîm Parim jî bi operasyona MÎTê ya 10ê Sibatê da li Şengalê hat qefaltin û anîn Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.