Duran Ji bo berdana welatiyên me Tirkiyeyê teşebisên xwe dane destpêkirin û rewşa aktivîstan dişopîne

Ankara
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran der barê êrîşa ku Îsraîlê bir ser Koalîsyona Fîloya Azadiyê da wiha got, "Ji bo berdana welatiyên me Tirkiyeyê teşebisên xwe dane destpêkirin û rewşa aktivîstan dişopîne."
Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê der heqê êrîşa ku Îsraîlê bir ser Koalîsyona Fîloya Azadiyê da daxuyanî da.
Duran ragihand ku êrîş wê neyê qebûlkirin û wiha dewam kir, "Ji bo berdana welatiyên me Tirkiyeyê teşebisên xwe dane destpêkirin û rewşa aktivîstan dişopîne. Bi pêşengiya Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan em ê ligel doza Filistînê û gelê Xezeyê bin, li hemberî nîjadkujî, vê derhiqûqî û dermirovahiyê em ê bibin dengê mezlûman."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.