Tirkiye

Du terorîstên di lîsteya Sor û Gewr da hatin berterefkirin

09.09.2020 - Rojanekırın : 10.09.2020
 Du terorîstên di lîsteya Sor û Gewr da hatin berterefkirin

Tunceli

 Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku ji 2 terorîstên di çarçoveya Operasyona Yildirim-4 Munzur Kutuyê da hatibûn berterefkirin yek di Kategoriya Sor da yek jî di Kategoriya Gewra a Lîsteya Terorîstên Lê Digerin da cî digrin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya Operasyona Yildirim-4 Munzur Kutuyê da li Tunceliyê 2 terorîst bi sîlahên wan va hatin berterefkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji wan yek Erol Volkan Îldemê bi navê "Nubar" tê zanîn ê qaşo komîserê siyasî yê TKP/ML TÎKKOya rêxistina terorê yê eyaleta Dêrsimê ye, terorîsta din jî Fadîme Çakila bi navê "Roza"yê tê zanîn e. Îldem di Kategoriya Sor da cî digirt û ji bo wî 10 milyon xelat hatibû danîn, Çakilê di Kategoriya Gewr da cî digirt û ji bo wê 500 hezar xelat hatibû danîn.

Wezaretê wekî mayîn diyar kir ku li Axula herêma Hekariyê jî di operasyonê da 3 terorîst hatin berterefkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê medyaya civakî diyar kir ku Çakil, Îldem û 3 terorîst jî li Hekariyê hatin berterefkirin û got, "Em qehremanên xwe ra sipas dikin cendirme."

- Daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê

Di daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya Operasyona Yildirim-4 Munzur Kutuyê da Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî, cendirme û polêsan bi operasyona serkeftî 2 terorîstên di Kategoriya Sor û Kategoriya Gewr da cî digirtin berteref kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonê da 2 keleşkof, bombeyeke destan, 2 jajor, paneleke tavê, 45 pîl, 4 sîwan, 2 tupên piçûk, 6 cot solên mekap, 3 kincên terorîstan, 50 kîlo ar, 30 kîlo çay, gelek dokumanên rêxistinê û amûrên jiyanê hatin girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın