Tirkiye

Di lêpirsîna dijî DEAŞê da Enqere navend li 3 bajaran 10 bersûc hatin qefaltin

22.01.2021 - Rojanekırın : 23.01.2021
 Di lêpirsîna dijî DEAŞê da Enqere navend li 3 bajaran 10 bersûc hatin qefaltin

Ankara

Di çarçoveya lêpirsîna ku Enqere navend li 3 bajaran dijî DEAŞa rêxistina terorê hat birêvebirin da 10 gumanbarên biyanî yên der heq wan da biryara binçavkirinê derketibû, hatin qefaltin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di daxuyaniya weşand da ragihand ji bo endamên rêxistinê yên ku bi navê "kefele" alîkariyê didin kesên xizmên wan ên DEAŞî li Iraq û Sûriyeyê di şer da mirine bên tespîtkirin, xebat didomin û bi vê armancê jî xebatên şopandin û teknîkî hatin kirin.

Hat gotin li ser gilî û îfadeya şahidekî veşartî derket holê ku endamekî rêxistinê yê biyanî ji alî endamên rêxistinê va hat kuştin û 10 kesên biyanî yên tevlî bûyerê bûbûn jî hatin tespîtkirin û bo binçavkirina wan jî li 3 bajaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di encama xebatên ekîbên Midûriyeta Şaxa TEMê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr a Enqereyê birêva bir da hemû bersûc hatin qefaltin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.