TBMM
Parlementerê AK Partiyê yê Sêwasê Îsmet Yilmaz wekî Serokê TBMMyê hat hilbijartin.
Serokê TBMMyê Yilmaz: "Miletê me pêşiyê ji Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyeyê ya Serdema 25emîn hêviya destûreke nû dike. Asta aborî û demokrasiyê ya ku welatê me aniha gîhaştiyê, destûreke nû ferz dike"
Yilmaz li dû serokatiya Cemîl Çîçek ê ku di 4ê Tîrmeha 2011an de hatibû ser kar, bû 26emîn Serokê TBMMyê.
Parlementerê AK Partiyê yê Sêwasê Îsmet Yilmaz bû Serokê 26emîn ê TBMMyê.
Îsmet Yilmaz û Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Denîz Baykal beşdarî dengdayîna tûra çaremîn a li Lijneya Giştî ya TBMMyê bûn.
547 parlementer beşdarî dengdayînê bûn. Di dengdayînê de Yilmaz 258, Baykal jî 182 deng wergirt. 29 deng vala derket û 78 jî ne derbasdar hatin hesibandin.
Baykal Îsmet Yilmazê ku bû Serokê TBMMyê pîroz kir û jê re serkeftin xwest. Baykal, Yilmazê ku xwest biaxive, vexwende ser kursiyê.
Yilmazê ku bû Serokê 26emîn ê TBMMyê wiha got: "Miletê me pêşiyê ji Meclisa Mezin a Milet a Tirkiyeyê ya Serdema 25emîn hêviya destûreke nû dike. Asta aborî û demokrasiyê ya ku welatê me aniha gîhaştiyê, destûreke nû ferz dike."
- Serokwezîr Davutoglu bi Yilmaz re hat bal hev
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi Îsmet Yilmazê ku bû Serokê TBMMyê re li meqama Serokatiya Meclisê hat bal hev.
- Kurtejiyana wî
Îsmet Yilmazê ku di serdema 24. û 25. de parlementerî kir, di 10ê Rêbendana 1961ê de li Guruna navçeya Sêwasê hat dinyayê.
Yilmaz 20 sal li qamûyê û sektora taybet di warê behrevaniyê de wekî endazyar û parêzerê mişawir xizmet da.
Îsmet Yilmaz di navbera 31ê Rêbendana 2002yan û 8ê Gulana 2007an de li Misteşariya Behrevaniyê wekî misteşar kar kir.
Yilmazê ku ji 31ç Cotmeha 2007an û pê ve wekî Misteşarê Wezareta Çand û Tûrîzmê kar kir wekî parlementerê Sêwasê yê serdema 24. kete parlementoyê û di 6ê Tîrmeha 2011an de jî hat ser wezîfeya Wezîrtiya Parastina Neteweyî. Di serdema 25mîn de dîsa wekî parlementerê Sêwasê ket TBMMyê.
Di 26ê hezîranê de di hilbijartina serokatiya TBMMyê de ji aliyê AK Partiyê ve wekî namzed hat nîşandan.